QSDˊê nasnameyên 2 şervanên li Dêrazorê şehîd bûn aşkera kirin
QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di bersivdana êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li dijî gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûn aşkera kirin û soza tolhildanê da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên li Dêrazorê şehîd bûne, aşkera kirin.
Daxuyaniya QSDˊê wiha ye:
"Di bersivana êrişên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 2 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me Raman (Sair Esed El Muecel) û Seydo (Mihemed Hesen El Seyid) heta gihaştin asta şehadetê berxwedaneke mezin raber kir.
Şevan Raman di demeke zû de tev li hêzên me bû. Beşdarî gelek hemleyên li dijî rêxistian DAIŞˊê ya terorîst bû. Mînaka şervanê ku ji zehmet û êrişên dijmin natirse bû. Heta şehadetê bi hevrê û hêzên xwe re wefadar bû.
Şehîd Seydo di nava refên hêzên me de xwedî têkoşîneke dirêj e. Di şer û parastina herêmên me li dijî tevahî êrişan de xwedî cesaret û lehengiyeke mezin bû. Bi hevrêyên xwe re têkiliyên xwe baş bû.
Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe, em soza xwe ya domandina rêça şehîdan û tolhildanê û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me nû dikin.
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî: Raman
Nav û paşnav: Sair Esed El Muecel
Navê dayikê: Emel
Navê bav: Esed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Kîsra/2000
Cih û dîroka şehadetê: Zîban-07.08.2024ˊan
Navê tevgerî: Seydo
Nav û paşnav: Mihemed Hesen El Seyid
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/2002
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban-07.08.2024ˊan."
(fr)