Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin
10 tebax 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyade yê dikeve rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin. Heta niha 12 top li gund ketine.

Navendê anî ziman ku di heman demê de dagirkeran gundên Ceblat El Hemra, Til Tûrîn ên rojavayê kantona Minbicê kirin armanc. Heya niha nêzî 300 guleyên doçka li ser her gundan hatine barandin.

(fr)