Rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya "lihevhatinan" hewl dide ji çareseriya siyasî bireve. Rojnameyan biryara dadgeriya Iraqê ya girtina partiyên siyasî jî wek xelatkirina dewleta Tirk nirxand.

Rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî
11 tebax 2024   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

RojnaRojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya "lihevhatinan" hewl dide ji çareseriya siyasî bireve. Rojnameyan biryara dadgeriya Iraqê ya girtina partiyên siyasî jî wek xelatkirina dewleta Tirk nirxand.meyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser "lihevhatinên" ku hikumeta Şamê pêk tîne û biryara dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyan Kurdan. Rojnameyan bal kişand ser nakokiyên Îsraîl û Îranê û hewldanên agirbesta li Xezayê jî. 

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî kar û barên Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê "Rejîma Sûriyeyê ji bo ku çareseriya siyasî pêk neyê siyasetên lihevhatinan didomîne" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê hîna siyasetên "lihevhatinan" didomîne ku vê dawiyê li Quneytîrayê daye destpêkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavdêran, diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya "lihevhatinên" dixwaze wisa nîşan bide ku ew dixwaze pirsgirêkên ewlehiyê çareser bike û hate gotin, hejmara kesên neçûne leşkeriya mecbûrî bi hezaran e û tenê bi dehan tev li "lihevhatinan” dibin. Yanî ev siyaset binkeftî ye.

Rojnameyê "lihevhatinên li Quneytîrayê" bi "rawestgeheke din a lihevhatinan" wesifand ku "rejîma Sûriyeyê beriya çend salan dest pê kiriye û dixwaze wisa nîşan bide ku bi ser ketiye û bi van lihevhatinan, ji muxalifên xwe re ewlehiyê peyda bike."

Her wiha hate gotin, "lihevhatin" wek hewldaneke hikumeta Şamê ji bo ku çareseriya siyasî li gorî biryara bi hejmar 2254’an pêk neyê, tê nirxandin.

Rojnameya El Ereb têkildarî biryara dadgeriya Iraqê ya girtiya 3 partiyan Kurdan jî nûçeyek bi sernavê "Bexda li beramberî sozekî nemîsoger ê ji Enqereyê PKK’ê tengav dike" weşand. Di nûçeyê de hate gotin, hêz û kesayetên siyasî yên iraqî biryara dadgeriya Iraqê ya girtina partiyên Kurdan wek xelatkirina Tirkiyeyê dinirxînin. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî PKK’ê, beşeke xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û ne hêjayî vê xelatê ye.

AGIRBESTA LI XEZAYÊ: ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ Û HEWLDANÊN NAVBEYNKARAN ZÊDE DIBIN

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa hewldanên navbeynkaran ên pêkanîna agirbesta li Xezayê kir.

Rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina Îsmaîl Heniye diyalog û hewldanên agirbestê asteng bûbûn. Hate gotin, zextên navneteweyî dê hewldanên navbeynkaran ên bi armanca agirbestê bi hêz bikin. Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku bêyî zimanekî tund ê ji aliyê hevkara wê DYA û civaka navneteweyî ve, Îsraîl dê peymana agirbestê îmze neke.

Rojnameyê cih da nirxandinên akademîsyenan jî û pêkanîna zextan wek "çareseriya herî guncaw ji bo derbaskirina astengiyên ku Nentanyahu li pêşiya diyalogan derdixe" destnîşan kir.

ÊRIŞA KU ÎSRAÎL JI ÎRAN Û HIZBULLAHÊ ÇAVERÊ DIKE DÊ ÇAWA BE?’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, der barê şerê Îsraîl û Hizbullah de diyar kir ku Tehran û hevkara wê Hizbullah neçar in bersiva kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye bidin da ku gotinên xwe bi cih bînin. Hate gotin, asta hêza bersivdayînê dê şêwazên rageşiya li herêmê diyar bike.

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî texmînên Îsraîlê dê Îran û Hizbullah ku dixwaze tola kuştina fermandarê xwe Fûad Şikur hilîne, binesaziya leşkerî ya li bakur û navîna Îsraîlê bikin armanc.   Li gorî rojnameyê Îsraîl bi fikar e ku êriş ji gelek aliyan ve (Îran, Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyeyê) ve bêne kirin.

(bb)