Netanyahu: Me baregehên Hizbullahê yên li Elî Tahir û Şiqêfê rûxandin

Serokwezîrê Îsraîlê got ku Îsraîlê baregehên Hizbullahê li girên Elî El Tahir û Keleha Şiqêf ên başûrê Lubnanê rûxandin û gefa derbeyeke dijwartir xwar.

Netanyahu: Me baregehên Hizbullahê yên li Elî Tahir û Şiqêfê rûxandin
14 îlon, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro ragihand ku Îsraîlê baregehên Hizbullahê yên li Keleha Şiqêfê û girên Elî El Tahir ên başûrê Lubnanê rûxandin û serkeftin li hemberî Hizullahê bi dest xist. Her wiha gef xwar û got: "Eger dijminên Îsraîlê êrişek nû bikin, dê derbeyên dijwartir bibînin."

Netanyahu di dîmenekê de ku nivîsgeha wî weşandiye anî ziman ku dê rûxandina binesaziya Hizbullahê li ‘‘herêma ewlehiyê‘‘ ya  başûrê Lubnanê bidomînin û her tehdîdekê li hemberî Îsraîlê ji holê rakin.

Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz roja pêncşemê ragihandin ku binesaziya bin erdê ya Hizbullahê ya li herêma girê Elî Tahir hatiye hilweşandin û diyar kirin ku bi vê yekê avakirina herêma ewlehiyê li başûrê Lubnanê temam bûye.

Îsraîlê,  Hizbullah bi kolandina tunelan li herêmê û bikaranîna wan ji bo avêtina dron û roketan li ser çeperên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê û bakurê Îsraîlê tawanbar dike.

(bb)