Polîsên Tirk bi ser pêşengeha TJAyê de girt

 Polîsên Tirk li Wanê bi ser pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tev li dîrokê kirine” de girt û dest danî ser wêneyan.

Polîsên Tirk bi ser pêşengeha TJAyê de girt
18 mijdar, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Hunerê ya Wanê pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tev li dîrokê kirine” vekir. Polîsên tirk şevê din bi ser pêşengehê de girt û wêneyên jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine desteser kirin. 

Polîsan di serdegirtina pêşengehê de wêneyên Sakine Cansiz, Evin Goyî, Cihan Bilgin, Gulistan Tara, Nagihan Akarsel, Hero Bahaddin û Hevrin Xelef desteser kirin.

TJA, ji bo êrîşa polîsan şermezar bike dê saet di 11.30an de li pêş Galeriya Hunerê daxuyaniyê bide çapemeniyê.