Pizeşkiyan: Zextên DYA’yê hatine asteke krîtîk û xeternak

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizeşkiyan diyar kir ku zextên siyasî û aborî yên DYA’yê yên li ser welatê wî, di mehên dawîn de hatine asteke "krîtîk û xeternak.

Pizeşkiyan: Zextên DYA’yê hatine asteke krîtîk û xeternak
11 îlon, 2026   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizeşkiyan li Hindistanê axivî û diyar kir ku Îran di salên dawîn de rastî dorpêçên giran hatiye. Pizeşkiyan destnîşan kir ku ev zext piştî êrişên leşkerî yên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê di mehên dawîm de zêdetir bûne.

Pizeşkiyan got, ev zext di mehên dawîn de hatine asteke krîtîk û xeternak.

Pizeşkiyan ê ku yekem serdana xwe ya fermî li Hindistanê pêk anî, beriya lûtkeya foruma dîplomatîk a BRICS’ê li Delhiya Nû hevdîtinan dike.

Tê payîn ku Serokkomarê Îranê roja Înê ji aliyê Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ve were pêşwazîkirin û her du serok hevdîtineke dualî pêk bînin. Tê payîn ku di hevdîtinan de bi geşedanên herêmî re zextên aborî yên li ser Îranê û mijara ewlehiya enerjiyê bên nîqaşkirin.