Zelensky: Kanada dê destekê bide Ukraynayê

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got Kanada dê pakêtek girîng a pergalên parastina hewayî û desteka enerjiyê bide Ukraynayê.

Zelensky: Kanada dê destekê bide Ukraynayê
10 îlon, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro serdana Kanadayê re kir û hevdîtin bi Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney re pêk anî.

Zelensky ragihand ku Kanada dê desteka enerjiyê  û pakêtek pir girîng a parastina hewayî bide Ukraynayê.

Zelensky ji rojnamevanan re got, xurtkirina parastina hewayî û amadekariya zivistanê mijara serdana wî ya li Kanadayê ye.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney anî ziman ku ji bilî piştgiriya hewldanên tevlêkirina wê ya nava NATO û Yekitiya Ewropayê, dê li dijî êrişên Rûsyayê alîkariya zêdetir bide Ukraynayê.

(bb)