Li Siwêdayê Parêzvanên Niştimanî êrişên hikûmeta demkî têk birin

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî li Siweydayê êrişên hêzên hikûmeta demkî yên li ser Mensûra û Mecdelê têk birin û di pevçûnan de 2 kes birîndar bûn û ziyana madî çêbû.

Li Siwêdayê Parêzvanên Niştimanî êrişên hikûmeta demkî têk birin
17 ÇILE, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Parêzvanên Niştîmanî ya li Siweydayê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî îşev bi guleyan eniya rojavayê bajarê Mensûrayê hedef girtin, di encamê de 2 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Hêzên ku li bajarokê Mezra'ayê bicîhkirî jî topên hawanê avêtin bajarokê Mecdel, ku tenê zirarên madî çêbûn.

Fermandariya Parêzvanên Niştîmanî piştrast kir ku hêzên wan bersiva êrişan dane û dan zanîn ku ew ê erkên xwe yên parastinê pêk bînin û rê nadin ti binpêkirinek ku bandorê li ewlehî û aramiya xelkê çiyê bike.

(ac)

ANHA