Girtiyên Kirmaşanê piştgirî dan xwepêşandanan

Girtiyên li girtîgeha Kirmaşanê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Îranê, tê gotin li girtîgehê alozî derketiye asta herî jor.

Girtiyên Kirmaşanê piştgirî dan xwepêşandanan
12 ÇILE, 2026   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine standin, bi rojane girtiyên li girtîgeha Dîzel Abadî ya li Kirmaşanê dijî rejîma Îranê û ji bo piştgiriya xwepêşandanên gelên Îranê rabûne ser xwe. Tê gotin girtiyan deriyên girtîgehê şikandine û li girtîgehê alozî derketiye asta herî jor.

Heman çavkaniyan ragihand ku hêzên rejîmê dijî berxwedana girtiyan tundiyek zêde bikartînin û hejmarek zêde ya hêzên ewlekariyê li girtîgehê bicih kirine. Tê gotin gelek malbatên girtiyan dijî tundiya ser zarokên xwe, nerazîbûn nîşanî hêzên ewlekariyê dane.