Li Merîwanê êrişa rejîma Îranê

Danê siharê rejîma Îranê bi dronên xwekuj û hewanan sînorê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê bombabaran kir.

Li Merîwanê êrişa rejîma Îranê
18 cotmeh, 2026   14:55
NAVNDA NÛÇEYAN

Rojnewsê destnîşan kir ku êriş li ser deşta Mêlî ya ser bi gundê Gewêle ya li devera Serşîv a Merîwanê pêk hatiye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku êriş bi taybetî danê siharê saet di 06:30’an de bi du dronên xwekuj dest pê kiriye û piştre rûberekî berfireh ê herêmê, 40 kêliyan bi hewanan hatiye topbaran kirin.

Tevî heta niha tu agahiyên zelal derbarê ziyanan de nehatiye bi dest xistin, lê çavkaniyê ragihand ku ji ber vê bombabaranê ziyanên pir mezin gihîştine jîngeh û xwezaya herêmê.