Îslama Demokratîk: Êrişên li ser Şêxmeqsûd berdewama îdeolojiya DAIŞ`ê ne

Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku çeteyên ku êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine, berdewama îdeolojiya DAIŞ`ê û ramana tundrew in ku nirxa jiyana mirovan binpê dikin.

Îslama Demokratîk: Êrişên li ser Şêxmeqsûd berdewama îdeolojiya DAIŞ`ê ne
12 ÇILE, 2026   14:32
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk, Mihemed Xerzî, bi beşdariya oldaran û endaman li navenda kongreyê li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Daxuyaniyê diyar kir ku çeteyên ku êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine, berdewama îdeolojiya DAIŞ`ê û ramana tundrew in ku ti nirxek nade jiyana mirovan. Her wiha da zanîn ku kiryarên wan ên kuştina girseyî, wêrankirina binesaziyê û kuştina li ser bingeha nasnameyê ji kiryarên rejîma berê ya Sûriyeyê û Partiya Baasê ne cuda ne.

Kongreya Îslama Demokratîk bang li hemû hêz û saziyan kir ku ji bo avakirina dewletek demokratîk, piralî û nenavendî li Sûriyeyê bixebitin. Her wiha hişyarî da ku welat ber bi zêdebûna tundiyê, parçebûna civakî û li ser bingeha olî, mezhebî an etnîkî ve diçe.

Kongreyê destnîşan kir ku "tiştê ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimî, beriya wê jî li dijî birayên me yên Xiristiyan û li herêma peravê û Siwêdayê jî qewimî, hatibû kirin." û banga yekrêziya li hember sûcên li dijî gelê Sûriyeyê yên li herêmên cûda kir.

(k)

ANHA