Jinên li Dêrazorê der barê êrişên li Helebê de civînek li dar xist

Jinên ji kantona Dêrazorê di civînê de piştgiriya xwe bi şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anî ziman û diyar kir ku li hemberî planên li dijî jiyana hevbeş û projeya Rêveberiya Xweser têkoşînê bidomînin.

Jinên li Dêrazorê der barê êrişên li Helebê de civînek li dar xist
12 ÇILE, 2026   14:55
DÊRAZOR

Desteya Jinan a Kantona Dêrazorê ji bo balkişandina êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nirxandina geşedanên siyasî civînek li dar xist.

Civîn li herêma Meamîl bi amadebûna endamên desteyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Desteya Jinan, Meclisa Demokratîk a Gelan û Meclisa Rêveber a kantonê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê şêwirmenda Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Dilêr Derwîş rewşa siyasî şîrove kir. Dilêr di axaftina xwe de bal kişand ser mûzakereyên di navbera hikumeta demkî û Rêveberiya Xweser de û got, mûzakere bi erênî derbas bû, li ser pêkanîna aştiyê û entegrasyona leşekerî çêbûn, lê ji ber destwerdana dewleta Tirk dan û standinên hatin astengkirin û di encamê de êriş li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin.

Dilêr di dewama axaftina xwe de ji ber siyasetên koçberkirinê yên hikumeta demkî hişyarî da.

Beşdaran jî ku der barê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de nêrînên xwe anîn, bal kişand ser dîroka bixwîn a dewleta Tirk a dagirker, destwerdanên wê di kar û barên Sûriyeyê de û êrişên wê yên bi armanca têkbirina aboriya Helebê.

Beşdaran da zanîn ku di navbera tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê û tevgerên hêzên herêmî de di çarçoveya xeteke dermirovî de têne kirin ku gel bide koçberkirin, herêmê dagir bike û guhertina demografîk pêk bîne.

(b)

ANHA