Girtiyê siyasî yê Kurd, 11 rojin di greva birçîbûnê de ye

Girtiyê siyasî yê Kurd Kamuran Kasimî, li dijî astengiya hevdîtina li gel malbatê û destûrên demkî, li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, 11 rojin di greva birçîbûnê de ye.

Girtiyê siyasî yê Kurd, 11 rojin di greva birçîbûnê de ye
14 adar, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Kamuran Kasimî yê li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber derxistina astengiyê li pêş hevdîtina li gel malbatê û destûrên demkî, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hate diyarkirin ku Kamuran Kasimî yê ku ev 11 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve ji girtiyên din hatiye cudakirin.

Li gorî hatî ragihandin, Kamuran Kasimî di Cotmeha sala 2019’an de hatiye girtin û di dadgeha rejîmê de bi 10 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin, lê dadgeha îstînafê cezayê 10 salan bi 7 sal û 6 mehan kêmkiriye.