Îstîfaya Bêrîvan Xalid hat qebûlkirin

Meclisa Demokratîk a Gelan pêşniyara îstîfayê ya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalid pejirand.

Îstîfaya Bêrîvan Xalid hat qebûlkirin
14 adar, 2024   11:24
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk civîna xwe ya asayî ya 95’an li dar dixe. Pêşniyara îstîfayê ya hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ku yek ji rojevên civînê ye, kete dengdane. Îstîfaya Bêrîvan Xalid ji aliyê piraniya endamên meclisê ve hat erêkirin.

Çav li rê ye ku li şûna Bêrîvan Xalid hevseroka nû ya Meclisa Rêveber were hilbijartin.

Bêrîvan Xalid ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (2018) ve hevseroka Meclisa Rêveber bû.

(bb)

ANHA