Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber

Meclisa Demokratîk a Gelan piştî qebûlkirina îstîfaya Bêrîvan Xalid, Evîn Siwêd wek hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijart.

Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber
14 adar, 2024   11:48
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya asayî li bajarê Reqayê li dar dixe. Di civînê de pêşniyara îstîfayê ya Bêrîvan Xalid hat qebûlkirin û bi ji bo hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengdayîn çêbû. Di encamê de bi erêkirina piraniya endaman Evîn Siwêd li şûna wê hat hilbijartin.

Civîna Meclisa Demokratîk a Gelan dewam dike. Li gorî rojevên civînê dê endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî werin hilbijartin, her wiha dê endamên nû yên Meclisa Demokratîk a Gelan û ji bo nûkirina Desteya Malbatên Şehîdan dê dengdayîn çêbe.

(bb)

ANHA