Girêbesta gaza Misrê-Îsraîlê ber bi dawiyê ve ye

Li gel gihaştina dan û standinên hinardekirina gazê ber bi qonaxeke krîtîk ve, Îsraîl û Misir ji temamkirina yek ji mezintirîn girêbestên enerjiyê li herêmê ve nêzîk dibin.

Girêbesta gaza Misrê-Îsraîlê ber bi dawiyê ve ye
12 kanûn, 2025   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Calcalist a Îsraîlê diyar kir ku girêbesta hinardekirina gazê ji Îsraîlê ber bi Misrê ve ya bi nirxa 35 milyar dolar ji biryara dawî ve nêzîk dibe, di heman demê de wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Eli Cohen rûbirûyî zextên hevsengiyê di navbera hewcedariyên sûka xwecihî û qezencên stratejî ya lêçûnê de ye.

Girêbesta ku rêkeftina wê di 2019ˊan de berfireh bû, wê 130 milyar metrekab gaz heta 2040ˊan bifiroşe, di destpêka 2026ˊan de piştî bîrê Leviathan berfireh bû, pratîze bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku kargehan şert kir ku, beriya veberhênana milyaran dolaran di pêşveçûnê de şert e hevpeymanek demdirêj hebe.

Li pêş Cohen kêşeya bihayan heye ku bihayê wê ji hinardekirina xwecihî mezintir e, ew jî dê bihêle kargeh firotina derve tercîh bikin û lêçûna enerjiyê li hundirê Îsraîlê bilind bike.

(fr)