Gelê Siwêdayê ji ber êrişa li dijî sivîlan a li El Mitûnayê bi hêrs e

Şêniyên Siwêdayê êrişa li dijî sivîlan a li bajarokê El Mitûna ku di encamê de 4 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn, şermezar kir.

Gelê Siwêdayê ji ber êrişa li dijî sivîlan a li El Mitûnayê bi hêrs e
Gelê Siwêdayê ji ber êrişa li dijî sivîlan a li El Mitûnayê bi hêrs e
Gelê Siwêdayê ji ber êrişa li dijî sivîlan a li El Mitûnayê bi hêrs e
Gelê Siwêdayê ji ber êrişa li dijî sivîlan a li El Mitûnayê bi hêrs e
10 sibat, 2026   11:02
SIWÊDA

7’ê Sibatê komên çekdar ên hikumeta demkî li bajarokê El Mitûna yê Siwêdayê êrişî sivîlan kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn. Ev sûc bû sedemê hêrsa gel.

Şêniyên Siwêdayê û gundewarên wê ji ajansa me re got bûyer binpêkirina qanûnên mirovî ye û êrişeke li ser sivîlan e. Şêniyan bang li dezgehên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bûyerê lêkolîn bikin û hesab ji berpirsyaran bipirsin.

Şêniyan her wiha diyar kir ku divê tedbîrên lezgîn werin girtin, ji bo parastina sivîlan û pêşîgirtina li dubarebûna bûyerên bi vî rengî û li ser bandorên bûyerên wiha hişyarî dan.

Şêniyên Siwêdayê bi tundî ev bûyer şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku wan biparêzin û êrişên li ser wan rawestînin.

Bi hezaran şêniyên Siwêdayê û gundewarên wê duh beşdarî merasîma cenazeyê qurbaniyan bûbûn. Şêniyan ew bûyer wek "sûcekî li dijî mirovên bêguneh" bi nav kir û daxwaza bidawîanîna êrişên dubare yên li ser deverên wan kir.

(k)