Lihevkirina QSD û Şamê û dan û standinên Îran-DYA’yê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî pirsa "Gelo peymana QSD û hikumeta demkî dê çi qasî li ber xwe bide dema ji nivîskî veguhere pratîkî?" kir. Her wiha hate diyarkirin ku serokwezîrê Îsraîlê dan û standinên DYA-Îranê yên têkildarî bernameya nukleerî asteng dike û li Iraqê jî xitimîna siyasî didome.

Lihevkirina QSD û Şamê û dan û standinên Îran-DYA’yê rojevên rojnameyên erebî ne
10 sibat, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, dan û standinên Îran- DYA’yê û rewşa Iraqê nirxandin.

‘GELO ENTEGREKIRINA QSD’Ê DI NAV SAZIYÊN DEWLETÊ DE DÊ BI SER BIKEVE?’

Rojnameya El Şerq El Ewsat cih da peymana entegrekirina QSD’ê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û pirsî; “gelo dê peymana 30’ê Çileyê ya bi sponseriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên herêmî hatiye îmzekirin, dema ji nivîskî bibe pratîk, dê bikare li ber xwe bide?”

Rojnameyê ku cih da nirxandinên şîrovekar û lêkolîneran ên der barê peymanê de: "Rewş di navbera 2 nêrînên dijber de dabeş dibe; ya yekem ji ber tevliheviyên meydanî û sazûmankariyê guman li ser derfeta serkeftina peymanê hene. Ya duyemîn; navbeynkariya navneteweyî û herêmî, li gel berjewendiyên hevbeş ên di navbera Şam û QSD’ê de, derfeteke rastîn ji bo pêkanînê dide peymanê. Rojnamevan û lêkolîneran destnîşan kir ku pêkanîn bi astengiyên cidî re rû bi rû ye, bi taybetî mijara çekên giran, girêdanên derveyî û krîza baweriyê. Her wiha û hişyarî da ku senaryoyên peymanên berê yên ku bi tevahî nehatine bicihanîn, dubare nebin.”

‘GELO NETANYAHU LEZÊ DIKE?’

Rojnameya El Xelîc jî li ser helwesta Îsraîlê ya li ser dan û standinên DYA-Îranê yên der barê bernameya nukleerî de nivîsand. Rojnameyê destnîşan kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nerazîbûna xwe ji pêşveçûna van dan û standinan venaşêre û pêşniyar kir ku serdana wî ya bilez a Washingtonê armanc dike ku rêveberiya DYA’yê arasteyî vebijêrka leşkerî bike.

Rojnameyê diyar kir ku “Netanyahu hewl ku dan û standinan têk bibe yan jî dan û standinan bi şertên ku Tel Avîv berê dizane ku Tehran dê red bike, berfireh bike. Di dawiyê de ev jî dibe sedema aloziya leşkerî û gefên cidî li ser ewlehiya herêmê.”

‘BIRYARA HERÎ XETERNAK A ÎSRAÎLÊ’

Rojnameya El Beyan biryara Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ya der barê Şerîaya Rojava de wek biryara herî xeternak ji şerê Hezîrana 1967’an ve bi nav kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku “ev biryar hemû qanûnên ku xwedîtiya milkê li Şerîaya Rojava bi rêxistin dike, betal dike û biryarên navneteweyî û Peymanên Osloyê paşguh dike, bi vî awayî rê li ber ferzkirina kontrola tevahî ya Îsraîlê li ser axa Filistînî vedike û her hêviyeke ji bo çareseriyeke du dewletan têk dibe. Ev gav guhertineke pir xeternak di siyaseta Îsraîlê de nîşan dide.”

‘IRAQ Û XETEREYÊN DEMA WINDA’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî bal kişand ser dewamkirina xitimîna aloziya siyasî ya Iraqê û diyar kir ku ev xitimîn êdî merc nîn e, lê ji sala 2003’yan ve bûye beşeke avaniya pergala siyasî.

Rojnameyê sedema krîzê spart têkçûna hêzên siyasî di derbasbûna ji pergala kotayê, mezhebî, berjewendiyên nakok ên di navbera aliyên cuda de, her wiha destwerdanên derveyî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê. Rojnameyê da zanîn ku pergala siyasî ya heyî gihaştiye encama xwe ya mentiqî û dibe ku gelê Iraqê pêşketinên herêmî di serdema pêş de rêyeke nû ferz bike.”

(bb)