Gaziyên Şer 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin
Gaziyên şer salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku têkoşîna bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ket îro bi saya wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi azadî xwe bi rê ve dibin.
Bi dehan gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi civîn û aktîvîteyeke bi coş pîroz kirin. Çalakî li bajarê Şedadê hat lidarxistin.
Civîna endam û xebatkarên federasyonê tevlîbûn e bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir. Di civînê de dimenên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî 15’ê Tebaxê hat temaşekirin û guhdarkirin.
Di pîrozbahiyê de yek ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê. Laleş Êzidî got: "Pêngava 15’ê ya bi perspektîfên Rêber Apo û bi pêşengiya fermandar Egîd dest pê kir, di roja me ya îro de bûye pêngaveke hemû gelan."
Laleş Êzidî wiha domand: "“Têkoşîna bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ket bi saya wê îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi azadî xwe bi rê ve dibin. Em salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, gaziyên şer û tevahî gelên xwe pîroz dikin.”
Pîrozbahî bi govenda li ber stranên Kurdî û Erebî heya derengiya şevê dewam kir.