‘15’ê Tebaxê bû vejîna gelan’

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûdî Cizîr diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne pênaseya rojekê, pênaseyeke 40 salan e û got “Pêngava 15’ê Tebaxê bû vejîna gelê Kurd û gelên bindes. Her wiha gelê Kurd ê tune dihat hesibandin hişyar kir û bi tevahiya cîhanê da naskirin.”

 ‘15’ê Tebaxê bû vejîna gelan’
 ‘15’ê Tebaxê bû vejîna gelan’
 ‘15’ê Tebaxê bû vejîna gelan’
 ‘15’ê Tebaxê bû vejîna gelan’
16 tebax 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEAYN

Gaziya şer û endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cûdî Cizîr bi wesîleya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji ajansa me re axivî.

Cûdî Cizîr bal kişand ser Pêngava 15’ê Tebaxê û got: “Em niha di meha Tebaxê de ne û ev meh ji bo me gelekî girîng e. Em wek şopdar û şagirtên Rêber Apo pêwîst e li gor rastiya vê mehê tevbigerin, xeta têkoşîn û azadiyê hîn bilindtir bikin. Êdî îspat bûye ku hêza şoreşgerên şerker dikare xeteriya qirkirinê li ser gelê Kurd rake û mirovên bindest biparêze. Em weke gaziyên Kurdistanê jî divê li gor ruhê pêngava 15’ê Tebaxê nirx û mafên mirovên bindest biparêzin, ji bo pêşxistina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşînê de di asta herî jor de bibin pêşeng.”

‘JIN LI SER XETA AZADIYÊ YA APOYÎ BI PÊŞ KETIN’

Di dirêjiya axaftina xwe de Cûdî Cizîr anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne pênaseya rojekê, pênaseyeke 40 salan e û got: “Fermandarê mezin ê efsaneyî heval Egîd ê bi felsefeya loqmeyek û xirqeyekê jiya ji me re bû xet, nîşandana rê û dîrok. Heval Egîd şopa xwe li Kurdistanê taybet jî li Botanê hişt. Ji ber vê yekê Botana weke warê heval Egîd tê naskirin ji gerîlayên azadiyê re jî bûye stargeh û warê jiyanê. Pêngava 15’ê Tebaxê bû vejîna gelê Kurd û gelên bindest, her wiha gelê Kurd ê tine dihat hesibandin hişyar kir, bi tevahiya cîhanê da naskirin. Guleya heval Egîd li hember dijmin bi kar anî, li cîhanê deng veda.”

Têkildarî guherînên bi Pêngava 15’ê re di nava civaka Kurd û jinan de çêbûne jî Cûdî Cizîr got: “Bê guman berxwedana jina Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo û li ser bingehê pêngava 15’ê Tebaxê hêşîn bû, îro gihiştiye qonaxeke pir mezin. Pirsgirêka jin encama çanda desthilatdar a pênc hezar salan e. Tevgera me ya Azadiyê ya Jinan xîtabî fikrên azad, vîna azad dike û bi vê têkoşînê me nasnameya jina azad bi ser xistiye. Heke îro jin li hemberî pergala zilam serî radike, ew bi saya têkoşîna Rêber Apo ye. Jin li ser xeta azadiyê ya Apoyî pêş ket, şer kir û îro di nav berxwedan û têkoşîneke muezem de ye. Jin di asta dilsoziyê de bi Rêber Apo û çiyayên Kurdistanê ve hatiye girêdan. Lewma em dibêjin bê Rêber Apo jiyan nabe.”

‘ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ BERHEMEKE PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YE’

Cûdî Cizîr da xuyakirin wek gazî li ser esasê perspektîf û mîsyona Rêber Abdullah Ocalan daye gaziyan, timî wê bi rola xwe rabin û wiha axivî: “Ji bo pêşketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya yek ji berhemên têkoşîna Rêber Apo û Pêngava 15’ê Tebaxê ye em ê timî di nav hewldanan de bin. Hewce ye derfetên jiyana azad û jiyana Rêbertî em li her devera welêt bidin jiyandin.”

Gaziya şer Cûdî Cizîr bang li ciwanan û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Têkildarî ciwanan jî dixwazim vê bejim: Em dikarin kevneşopiyên xwe biguherînin û cewherê nirxên Tevgera Azadiyê di xwe de ava bikin. Her wiha weke jinên ciwan jî em dikarin cewherê xwedawendîtiyê di kesayeta xwe de ava bikin, pêş bixin. Em di rêya heqîqetê de têkoşîn dikin. Em xîtabê fikrên azad û vîna azad dikin. Erka ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelên din ên li ser vê axê dijîn ew e xwe ji tevahî qirêjî û nexweşiyên sîstema kapîtalîst dûr bigirin. Fikrên Rêber Apo qirêjiya bi hezaran salan ji holê rakir. Bi ruhê Egîdan, Zîlanan, Berîtanan jiyana azad û wekhev derxist holê. Ev ruh ji me re bûye jiyan, dîrok, pêşeroj, cesaret û coş.”

‘BI BERXWEDANÊ EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’

Cûdî Cizîr a bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û got: “Bi berxwedan û têkoşînê em dikarin tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li hember şervanên azadiyê û gelên me bişikînin. Bi rêya felsefeya Rêber Apo em dikarin jiyaneke bedew û xweşik pêş bixin.”

Cûdî Cizîr axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Pêwîst e wek şagirtên Rêber Apo bi ruhê 15’ê Tebaxê, bi Kurdistana azad û jiyana azad re em bibin yek. Divê em ji civaka xwe re behsa van rastiyan bikin. Em bi israr in fikrên Rêber Apo bigihînin mirovên di nav lêgerîna azadiyê de ne. Fikrên Rêbertî forma civaka nûjen temsîl dike. Navend û cewherê avahiya sosyolojî, zanist, demokrasi, wekhevî, azadî, hemû nirxên civakî û mirovî li gel Rêber Apo ne. Li ser van esasan Pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şehîdan, gaziyên şer, gelên me û tevahî mirovatiya pêşverû pîroz be.”