Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx şehîd bû

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx şehîd bû
16 tebax 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xezal El Şêx dema erka xwe pêk dianî, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, Xezal El Şêx roja pêncşemê (15’ê Tebaxê) li Reqayê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Xezal re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdên me yên leheng ditewînin. Em ê heta mîsogeriya ewlehî û aştiyê li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên xeta şehîdan bin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Xezal El Şêx
Navê dayikê: Fitêm
Navê bavê: Îbrahîm
Cih û dîroka tevlêbûnê: Reqa, 01.11.2018
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 15.08.2024

(bb)