Fransa "agirbesta" di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de pêşwazî kir

Wezareta Karê Derve ya Franasyê ragihand ku ew peymana " agirbestê" ya ku 7’ê Cotmehê di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û QSDˊê de hatibû ragihandin pêşwazî dike.

Fransa "agirbesta" di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de pêşwazî kir
8 cotmeh, 2025   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fransa peymana "agirbestê" ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de di 7ˊê Cotmeha 2025ˊan de hatibû ragihandin pêşwazî kir û diyar kir ku ev gavên girîng ber bi kêmkirina rageşiyê û parastina sivîlan ve ne.

Wezareta Derve ya Fransayê îro der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev peymana rê li pêş diyaloga di navbera her du aliyan de vedike û bi armanca misogeriya pêkanîna peymana 10ˊê Adarê bi hemû bendên wê ye. Wezaretê diyar kir ku ev peyman ji bo îstîqrara Sûriyeyê bingehîn e.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê ji bo piştgiriya vê rêveçûnê û pêkanîna aştiya mayînde li Sûriyeyê li kêlelk hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî be.

Ev peymana "agirbestê" ya nû, piştî ku hêzên hikumeta veguhêz agirbesta di çarçoveya peymana 10ˊê Adarê de, bi êrişên xwe yên 6ˊê Cotmehê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bin pê kirn, nuqteyên li Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê hedef girtin, pêk hat.

(fr)