Pûtîn daxwaza diyaloga bi Amerîkayê re kir

Li gel nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de û ferzkirina cezayên amerîkayê yên nû li dijî beşa enerjiyê ya Rûsyayê, Pûtîn banga berdewamkirina diyalogê bi DYAˊyê re kir.

Pûtîn daxwaza diyaloga bi Amerîkayê re kir
23 cotmeh, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hevdîtina wî bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re ya li Budapestê hat paşxistin û Amerîkayê cezayên nû li dijî qada enerjiyê ya Rûsyayê birîn, serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn îro banga berdewamkirina diyalogê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re kir.

Medyaya Rûsyayê li ser zimanê Pûtîn ragihand ku "Diyalog her tim ji rûbirûbûn û nakokiyan baştir e, heta ji şer jî baştir e", di heman demê de got ger Ukraynayê bi mûşekên "Tomahawk" ên Amerîkayê êrişî xaka Rûsyayê bike, wê demê dê Rûsya "bersiveke mezin " bide.

Pûtîn cezayên Amerîkayê yên dawîn bi "cidî" wesif kirin û got, "Lê ew bandoreke mezin li aboriya Rûsyayê nake."

Der barê gavên Amerîkayê de Pûtîn diyar kir ku "Ne dostane ne, ne jî dikevin berjewendiyên têkiliyên Rûsya-Amerîkayê, ku hêdî dest bi başbûnê kiribû" û banga berdewamkirina kanalên peywendiyê kir, da ku di navbera Moskov û Washington rageşî zêdetir nebin.

(mh/fr)