Festîvala Orkêş sibê dest pê dike

Festîvala Orkêş a Muzîk û Stranan a 3'yemîn sibe li Hesekê bi dirûşma "Bi çanda komînal deng û awazên gelan zindî dibin" dest pê dike.

Festîvala Orkêş sibê dest pê dike
7 kanûn, 2025   03:40
HESEKÊ

Sibe Festîvala Orkêş a Muzîk û Stranan a 3'yemîn li bajarê Hesekê bi dirûşma "Bi çanda komînal deng û awazên gelan zindî dibin" dest pê dike. Festîval dê li Hola Serdem a taxa Mişêrfe 3 rojan dewam bike.

Endamê komîteya amadekar Fadye Şêxo diyar kir ku festîval ê di 8'ê Kanûnê de dest pê bike û heta 10'ê heman mehê bidome û bernameyên wê dê saet di 15.00’an de dest pê bikin.

Di roja yekemîn de 7 kom, di roja duyemîn de 9 kom û di roja dawîn de 7 kom dê hunerên xwe pêşkêş bikin.

Fadya Şêxo bi bîr xist ku Festîvala Orkêş salane tê lidarxistin. Îsal jî li Hesekê ye û tê de tîmên hunerî ji seranserî herêmê beşdar bibin.

Fadye got Koma Roj a ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dê bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdar bibe.

Festîvala îsal ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Hîlala Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tê organîzekirin.

Di dawiya festîvalê de komên beşdar dê werin xelatkirin.

(mh)

ANHA