Panorama Hefteyê: Pirsgirêkên li pêşiya Sûriyeyê û xetera şerê Îsraîl û Hizbullahê

Rojnameyan nivîsî ku Sûriyeyê bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye, di nav de pirsgirêkên ewlehiyê û destwerdana Tirkiyeyê. Her wiha hîna xeter heye ku şerekî nû di navbera Îsraîl û Hizbullahê de rû bide. Di vê navberê de, cîhan her ku diçe Ixwan El Muslimîn wekî rêxistinek ku li ser kaosan jiyan dike, dibîne .

Panorama Hefteyê: Pirsgirêkên  li pêşiya Sûriyeyê û xetera şerê Îsraîl û Hizbullahê
7 kanûn, 2025   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî li ser pirsgirêkên ku Sûriye pê re rû bi rû ye, xetera şerê nû di navbera Îsraîl û Hizbullah de, û pêşketinên têkildarî Ixwan El Muslimîn, nivîsîn.

SALEK PIŞTÎ HILWEŞÎNA REJÎMÊ PIRSGIRÊN MEZIN LI PÊŞIYA SÛRIYEYÊ NE

Rojnameya El Nahar li ser rojeva Sûriyeyê wiha nivîsî: "Sûriye dikeve qonaxeke nû ku hewl dide ji nû ve dewletê ava bike û têkiliyên wê yên navneteweyî vegerîne. Lê gelek astengî hene, bi taybet wek ewlehiya navxweyî, hebûna şervanên biyanî di yekîneyên hesas de û hewcedariya lezgîn ên ji nû ve avakirina aborî û civakî. Jixwe li piraniya deverên welêt tundiya çekdarî berdewam e û aramî kêm e.”

Rojnameyê her wiha li ser berfirehbûna bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê, nivîsî. Rojnameyê besa bandora Tirkiyeyê ya leşkerî, siyasî, demografîk û aborî kir.

GELO ŞERÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û HIZBULLAHÊ DE DÊ VEGERE?

Rojnameya El Ereb a li Londonê jî li ser îhtîmala ku dîser pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê rû bide nivîsî, û destnîşan kir ku Îsraîlê ji piştî şerê dawî ve "bi dehan caran agirbest binpê kiriye", di heman demê de Hizbullah bersiv nedaye. Rojnameyê ev yek wekî hewldanek Îsraîlê ji bo kişandina Hizbullahê ber bi tûrek nû ya şer nirxand.

Rojnameyê da zanîn ku sedema zêdebûna aloziyê mijara çekên Hizbullah an çekên Hamasê derbas kiriye, ji ber ku "projeya rastîn" ew e ku herêmê bikşîne ber bi pêvajoyeke ku xizmeta projeya "Îsraîla Mezin" bike.

‘ÎXWAN EL MUSLIMÎN Û ‘EKSENA BERXWEDANÊ’: HEVKARÊN WÊRANKIRINÊ NE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat li ser biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a îmzekirina fermana  ku şaxên îxwan El Muslimîn li Misir, Urdun û Lubnanê wek "rêxistinên terorîst" destnîşan dike nivîsand, û diyar kir ku ev "biryar, ku bi fermî koma dayik bi şaxên wê yên çekdar ve girê dide, pejirandineke dereng bû ya rasiyên ku herêm ji berê de zane.

Rojnameyê diyar kir ku biryara Trump ne bûyerek girêdayî DYA`yê tenê ye, lê belê mikurhatina wê yekê ye ku Îxwan El Muslimîn astengiyeke bingehîn li pêşiya ji nû ve sazkirina herêmê ye. Her wiha hevkarya Îxwan El Muslimîn û "Eksena Berxwedanê" li dijî dewletên Ereban yên aram xetereyeke mezin e.