Nivîskar Esala Ebû Obeyda: Ji ber lawaziya qanûnê tundî li jinên Sûriyeyê tê kirin

Nivîskara ji Urdunê Esala Ebû Obeyda diyar kir ku binpêkirinên li dijî jinên ji Sûriyeyê ji aliyê karmendên sepandina qanûnê ve, baweriya welatiyan bi dewletê kêm dike, her wiha da zanîn ku sedemên berdewamiya tundiyê nebûna serweriya qanûnê û hesabdayînê ne.

Nivîskar Esala Ebû Obeyda: Ji ber lawaziya qanûnê tundî li jinên Sûriyeyê tê kirin
19 tîrmeh, 2026   06:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Tundiya li dijî jinan dewam dike û qanûneke bibandor ji bo parastina wan û astengkirina sûcdaran jî tune ye. Di nav van binpêkirinan de yên herî berbiçav li dijî jinên Kurd ên li bajarokên Til Hasil û Tel Eranê yên Helebê pêk hat. Li gorî amarên berdest li Sûriyeyê di nîvê yekem ê îsal de 276 kes hatine kuştin ku ji wan 92 jin û 184 zarok in. 

Nivîskara ji Urdunê Esala Ebû Obeyda destnîşan kir ku têkildarî jinên ku rastî tundî û heqaretê tên, gelek rapor derketine, ev yek bûye cihê tirs û fikarên mezin, bi taybet ji ber ku jinên Sûriyeyê di salên şer de êşên mezin kişandine û got: "Piştî van hemû qurbaniyan, mafê wan heye ku bi ewlehî û bi rûmet bijîn.”

Esalayê banga lêpirsînên serbixwe û zelal li ser hemû bûyerên tundiyê yên li dijî jinan hatine kirin kir, da ku rastî were aşkerakirin û kesên berpirsyar hesab bidin.

Esalayê li ser xetera berdewamiya van binpêkirinan hişyarî da û diyar kir ku ev tişt ne tenê bandorê li jinan dike, lê her wiha baweriya bi saziyên dewletê û serweriya hiqûqê jî kêm dike.

Esalayê binpêkirinên li dijî jinan ji hêla karmendên sepandina qanûnê ve wek "karesat" bi nav kir û diyar kir ku ew dikare baweriya welatiyan bi dewletê xera bike. Her wiha diyar kir ku divê e ev binpêkirin bi rêbazên hiqûqî yên zelal û dadperwer werin çareserkirin, ji ber ku baweriya welatiyan bi saziyan li ser bingeha pêkanîna edalet û hesabdayînê tê avakirin. Esala da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê reformên qanûnî, hişyariya civakî û xurtkirina rola saziyan di parastina hemû welatiyan de pêwîst e.

Her wiha Esalayê destnîşan kir ku bêcezatî dibe sedema berdewamiya binpêkirin û tundiya li dijî jinan, bi taybet ji ber nebûna hesabdayîna qanûnî ya dadperwer û zelal û got: "Sepandina qanûnê ji bo her kesî yek ji faktorên herî girîng e, ji bo parastina mafan, çi mafên jinan an jî yê her beşeke din a civakê.”

Esala Ebû Obeyda diyar kir ku ji bo serkeftina her pêvajoyek siyasî divê wekheviya li ber qanûnê were sepandin, rûmeta mirovan were parastin, hemû cureyên tundiyê were sûcdarkirin û mafê jinan ê gihîştina edaletê û beşdarbûna di jiyana giştî û biryardanê de were garantîkirin.

Esalayê di dawiyê de diyar kir ku garantiya bingehîn a parastina mafan hebûna saziyên dadwerî yên serbixwe û mekanîzmayên hesabdayînê yên zelal e.

(k)

ANHA