Eyşe Efendî: Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûye pêwîstiyek û got “Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bibin.”

Eyşe Efendî: Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
6 kanûn, 2024   03:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endama Însiyatîfa Gel Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî der barê pergala îşkence û qirkirinê de ku desthilata Tirk a dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, ji ANHAˈyê re axivî.

 ‘EM Ê DAWÎ LI PERGALA ÎŞKENCEYÊ BÎNIN’

Eyşe Efendî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Azadiya Rêber Apo pêwîst e, ji bo ku çarserkirina pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn de li cem Rêber Apo ne. Kengî Rêber Abdullah were azadkirin hingî wê pirsgirêkên li seranserî dunyayê çareser bibin."

Eyşe Efendî diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan girêdayî siyaseta ku tê meşandine û axaftina xwe wiha dom kir: “Dewleta Tirk a dagirker ne dihêlin malbat ne jî parêzer derbasî cem Rêber Apo bibin û 6 meh din hevdîtin bi Rêbertî re qedexe kirin. Qedexekirina hevdîtinê girêdayî siyaset û şerê ku ku niha li Rojhilata Navîn diqewime. Dewletên desthilatdar her tim ji bo berjewandiyên xwe tev digerin, dixwazin mafê gelê Kurd were tunekirin."

Eyşe destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike û got: “Çi dibe bila bibe divê em gelê Kurd, heval û hogirên Rêber Apo ranewestin. Divê em asta têkoşîn û berxwedanê xurtir bikin. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tim di nava liv û tevgerê de bin.”

‘BI MILYONAN LI SER XETA RÊBER APO TÊ DIKOŞIN’

Eyşe Efendî siyasetên desthilata Tirk ên li ser gelê Bakurê Kurdistanê wekî beşek ji pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got: "Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku bi dengê gel hatine hilbijartin hatin desteserkirin û qeymûn hatin tayînkirin. Desthilata Tirk di nava krîzekê de ye û dixwaze van kîrzan berfireh dike.  Ev hemû siyasetên şer li dijî neteweya Kurd e. Çareseriya van siyasetan û çareseriya tevahî pirsgirêkên li cîhanê tenê li Îmraliyê ye li gel Rêber Apo ye."

Eyşe Efendî bal kişand ser berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ev li gotinên xwe zêde kir "Gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi fikirê Rêber Apo li gorî şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dide û parastina axa xwe dike.  Dijmin dixwaze vî gelî û Rêber Apo ji hev qut bike, lê em bi mîlyonan li ser xeta Rêberê xwe tê dikoşin û em ê her tê bikoşin."

`EM TU CARÎ GAV BI PAŞ VE NAVÊJIN`

Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê  di dawiya axaftina xwe de got: “Dijminê Kurdan ê esasî bi agahiya Rêber Apo têk çû. Li dijî Kurdan komplo û lîstik tên kirin, lê êdî kes bikare bi me bilîze, em in ew gel ku di bin fikrên Rêber Apo de li ber xwe didin. Em tu carî gavan paşve naavêjin û em ne bendewarê tu kesekî ne. Em bi her çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê Kurd û dostên wan li Ewropayê, em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin. Em ê bi fikrên Rêber Apo aloziya Rojhilata Navîn çareser bikin. Êdî dewleta Tirk li hemberî îradeya Rêber Apo û gelê Kurd têk çûye, di warê siyasî, aborî û leşkerî de têk çûye. Ew têkçûna xwe jî qebûl nake. Êdî dewleta Tirk di kefenê mirinê de ye. Me çawa terora tarî têk bir, wê di cîhanê de jî nexşeya me ya kurdî bê misogerkirin û qebûlkirin."

(bb)

ANHA