‘Em ê li cem şervanên xwe li ber xwe bidin’

Rêveberên saziyên kantona Firatê diyar kir ku dê li dijî hovîtiya dagirkeran bi rihê seferberiyê li cem şervanên xwe li ber xwe bidin.

‘Em ê li cem şervanên xwe li ber xwe bidin’
6 kanûn, 2024   05:10
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Rêveberan li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe ji ajansa me re parve kirin. 

Endamê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakê (HPC) yê Kantona Firatê Osman Îsmaîl diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê hemû gelên herêmê bi yekdestî têkoşînê xurttir bikin û got: “Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd wek tunebûna xwe dibîne, lewre her tim planên li dijî gelê Kurd pêk tîne. Em ê her tim di eniya şer de li ber xwe bidin û li pişta hêza xwe bin. Baweriya me bi hêza me heye. Serkeftin her tim para gelê berxwedêr e.”

Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto anî ziman ku helwesta ciwanan li dijî êrişan her tim xurt e û got: "Ciwanên me her tim bi coş û molaleke mezin xwedî li axa xwe derdikevin û li kêleka hêza xwe ne. Şerê gel ê şoreşgerî bi felsefeya Rêber Apo bûne xwedî hêz û vîn û bi ruhê fedakariyê tê dikoşin û parastina ax û rûmeta xwe dikin. Em ê her tim piştgiriya hêza xwe bikin, xwedî li vîna ciwanên li eniyên şer û hêza xwe derkevin.”

Hevserokê Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê Fewaz Ehmed jî bi bîr xist ku ew jî di nava seferberiyê de ne û got: “Niha em di rewşa amadekariyê de ne, tîmên me yên agirkujiyê û beşên me yên din jî amade ne. Em ê her tim li dijî dijminê hov tê bikoşin. Gelê me yê Kurd xwedî tecrube ye, ji ber vê yekê gelê me xwedî hêz e û tim em bi wan serbilind in. Tişta niha ji me tê xwestin ew e ku em li gelê xwe xwedî derkevin û planên dijmin têk bibin."

ANHA