Ewlekariya Hundirîn: Endamekî me di êrişa çekdarî li Dêrazorê de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan di êrişa çekdarî ya komeke "terorîst" li gundewarê kantona Dêrazorê de şehîd bû.

Ewlekariya Hundirîn: Endamekî me di êrişa çekdarî li Dêrazorê de şehîd bû
16 mijdar, 2025   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wê di êrişa çekdarî ya li bajarokê Mihêmêdiyê yê kantona Dêrazorê de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Saet di 10.00ˊan (îro) de komeke terorîst endamekî me, dema li ser rêya lez a bajarokê Mihêmêdiyê vedigerî mala xwe, gulebaran kir û di encamê de şehîd bû.

Fermandariyê de anî ziman ku "Hêzên me dest bi tedbîrên lêpirsîn û komkirina delîlên guncaw ên gihandina li sûcdaran û cezakirina wan kir. Em diyar dikin ku di parastina ewlehiya herêmê û selametiya welatiyan de berdewam in û mîna van sûcan îradeya endamên me yan jî erkên me yên parastina îstîqrarê têk nabin."

Fermandariyê di dawiyê de bang li welatiyan kir ku hişyar bin û hevkariyê bi saziyên ewlehiyê re bikin û agahiyên der barê aşkerakirina sûcdaran û misogeriya berdewamkirina ewlehî û îstîqrara herêmê de pêşkêş bikin.

(fr)