Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kî ye?

Evîn Silêman Siwêd ku ji bo Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin, ji ragihandin heta xebatên jin û dîplomasiyê gelek kar meşandine.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser kî ye?
14 adar 2024   11:52
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 95’an a asayî lidar xist. Yek ji mijarên girîng ên rojeva civînê hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû.

Di civînê de li şûna Bêrîvan Xalid ku ev 8 sal e hevserokatiyê dike, Evîn Silêman Siwêd bi piraniya dengan wekî hevseroka nû hat hilbijartin.

Evîn Siwêd kî ye?

Evîn Silêman Siwêd sala 1981’ê li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. Beşa Rêvebirina kar a fakulteya Aborî ya Zanîngeha Helebê qedandiye.

Di navbera salên 2007 û 2014’an de mamostetiya bîrkarî kiriye. Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest ji mamostetiyê berda û beşdarî çalakiyên şoreşê bû.

Di pêvajoya şoreşê de an ku ji sala 2014’an heta 2016’an di Ronahî Tv de wekî rêveber kar meşand. Ji sala 2016’an heta 2021’an jî wekî berdevaka Kongra Star kar kir.

Sala 2021’yan jî tevlî xebatên dîplomasiyê bû wekî Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî xebat kir. Piştre jî wekî nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin.

Heta ku wekî Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin jî, li ser vê erka xwe bû.

(bb)

ANHA