Li Laziqiyê mayînek teqiya: Kesek birîndar bû

Di teqîna mayînekê li gundê Eko yê Laziqiyê de kesek birîndar bû.

 Li Laziqiyê mayînek teqiya: Kesek birîndar bû
16 mijdar, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema xebatên rakirian cebilxaneyên neteqandî li gundê Eko yê Laziqiyê de yek ji xebatkarên tîma rakirina bermahiyên şer û têkbirina mayînan a girêdayî Wezareta Awarte û Rêvebeirya Karesatan birîndar bû.

Mayîn û bermahiyên şer ên li deverên Sûriyeyê belav in gefan li jiyana sivîl û xebatkarên tîma rakirina mayînan dixwin, vegera şêniyan li mal û zeviyên xwe asteng dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2026’an ve ji ber teqîna bermahiyên şer 289 kes mirine û 490 jî birîndar bûne.

(f)