Partî û hêzên siyasî yên Kurd entegreya bi dare zorê ya Zanîngeha Rojava red kir

Hêz û partiyên siyasî yên Kurd ferzkirina nerîneke yekalî li ser qada perwerdeyê red kir, daxwaza rêzdariya li hember taybetmendiya perwerde û rêveberiya herêmên kurdî kir, her wiha banga naskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî kir.

Partî û hêzên siyasî yên Kurd entegreya bi dare zorê ya Zanîngeha Rojava red kir
17 mijdar, 2026   13:48
QAMIŞLO

27 hêz û partiyên siyasî yên Kurdan ên li Rojava der barê rewşa perwerdeyê li herêmên Kurdan, li ber Avahiya Têkiliyan a li bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniyeke hevbeş bi zimanê kurdî ji aliyê seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî û bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevgera siyasî ya kurdî bi berpirsyariyeke bihêz pêvajoya girêdayî lihevkirinên ji nû bi rêxistin kir û yekkirina saziyên giştî, bi taybet ên têkildarî sektora perwerde û fêrkirinê de dişopîne, hewldanên ferzkirina nêrîneke yekalî xetereyekê li ser bingeha lihevkirinên hevbeş dike, bi awayekî yekser gefê li destkeftiyên çandî û civakî yên li herêmê dike.

ÊRIŞÊN LI ZANÎNGEHÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Partiyan derbasbûna hêzên leşkerî ya avahiya Zanîngeha Rojava ya ku duh (16 Mijdar) rû da bi tundî şermezar kir, da zanîn ku di wê demê de hêz li hember xwendekarên ku li zanîngehên bûn hat bikaranîn, ev êriş binpêkirineke li beramberî devereke akademîk û rûmeta xwendekaran, xwendekar jî daxwaza mafê xwe yê rewa dikin.

Berdewamiya daxuyaniyê bi vî awayî ye:

“Em wek partî û hêzên siyasî yên Kurd, li hember hewldanên Şamê yên ji bo kontrolkirin û guhertina sîstema xwendinê ya li herêma xwe helwesteke hevbeş û zelal nîşan didin. Em êrîşa duh a li ser xwendekarên Zanîngeha Rojava bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku bikaranîna zorê li hember xwendekarên aştiyane binpêkirina azadiya zanistî û rûmeta xwendekaran e.

Em bi tu awayî qebûl nakin ku Şam bi biryarên yekalî taybetmendiya îdarî û çandî ya herêmên kurdî tune bike an jî saziyên me bi darê zorê bixe bin kontrola xwe. Her wiha em dibêjin ku piştguhxistina zimanê kurdî û nenaskirina wê wekî zimanekî fermî li welat, rê li ber aştiyê digire û Sûriyeyê vedigerîne serdema yekrengî û navendîparêziyê.

Tevî ku em alîgirên diyalogê ne, em daxwaza van gavan dikin da ku hevahengî û pêvajoya siyasî berdewam bike:

- Divê hemû destwerdanên ewlehî di nav zanîngehan de werin rawestandin û kesên ku êrîşî xwendekaran kirine werin cezakirin.

- Divê Şam li gorî peymanên berê tevbigere û rêzê li saziyên heyî yên herêma me bigire.

- Divê zimanê kurdî di destûrê de li kêleka zimanê erebî wekî zimanekî fermî were qebûlkirin û di dibistanan de were xwendin.

Em bang li desthilata şamê dikin ki lihevahatinên hatine kirin pêk bîne, taybetmendiya rêveberî, perwerdehî biparêzin û dev ji zext û ferzkirinê berdin.

Em bawer in ku avakirina Sûriyeyeke nenavendî, piralî û pirreng tenê bi diyalogê, hevpeymaniya rastî, dadmendî, wekhevî û naskirina mafê gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyan.”

(sb)

ANHA