Eşîra Gabara tev li seferberiyê bû

Eşîra Gabara bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku serkeftin dê para gelê azad be.

Eşîra Gabara tev li seferberiyê bû
20 ÇILE, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Eşîra Gabara bi daxuyaniyeke nivîskî tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ya ji bo parastina Rojava ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li hemberî rewşa ku li ser me tê ferzkirin em jî seferberiya giştî radigihînin. Em bang li ciwan û mêran ên eşîra xwe dikin ku erkên xwe yên dîrokî û nîştimanî pêk bînin û berpirsyariyên xwe yên parastina erd, rûmet û civakê û mafê rewa yê jiyaneke birûmet li ser vê erdê bi cih bînin. Eşîra Gabara beşeke nayê parçekirin a gelê Kurd e û di dîrokê de ji bo doza xwe berdêlên giran dane. Zarokên eşîra me bi xwîna xwe navê xwe di lîsteya rûmetê de nivîsandiye û heya zilm hebe dê di vê rêyê de bimîne.

Îro careke din em soza xwe ku bi xwişkên xwe re daye nû dikin: Sonda me ya heya dawiyê parastin, berxwedan, xwedîderketina  li şehîdan û pabendîbûna bi rûmetê ye. Bijî rûmeta gelê Kurd, serkeftin ji îradeya gelên azad re."

(b)