QSD’ê hewldanên çeteyên hikumeta demkî li gundekî Hesekê têk bir

QSD’ê hewldana pêşdehatina çeteyên hikumeta demkî li gundê Til Barûd ê başûrê rojavayê Hesekê têk bir û miqdareke çek desteser kirin.

QSD’ê hewldanên çeteyên hikumeta demkî li gundekî Hesekê têk bir
20 ÇILE, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijdarê de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hêzên me hewldana pêşdehatina çekdarên Şamê li gundê Til Barûd ê li ser rêya Ebyed a başûrê bajarê Hesekê têk bir.

Şervanên me li hemberî çekdarên êrişkar şer kirin. Şervanên derbên giran li êrişkaran xistin û hejmarek panzêr û çekên wan desteser kirin.

Hêzên me bersivdayîna hewldanên pêşdehatinê didomînin û ji bo parastina herêmê û têkbirina tevahî êrişan di amadebaşiyê de ne."

Dîmenên şer û desteserkirina panzêran hatin parvekirin.

(b)