Eşîra Dawudî piştevanî da Rojavayê Kurdistanê

Eşîra Dawudî bi peyamekê piştevaniya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û got; “Ew hemû sûc û binpêkirinên ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve li dijî sivîlan hatine kirin û şermezar dikin.”

Eşîra Dawudî piştevanî da Rojavayê Kurdistanê
24 ÇILE, 2026   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Eşîra Dawudî Azad Medhed Axa îro di daxuyaniyekê de got ku piştgiriya wan ji bo Rojava ji prensîba hevpariya etnîkî û dîrokî tê û got “Em bi tundî sûcên ku armanca wan qirkirina etnîkî û guhertina demografîk li deverên Kurdan, şermezar dikin.”

Serokê Eşîra Dawudî bang li hemû eşîrên Kurd kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin her hewldan û kampanyayek ji bo parastina mafên rewa yên Rojavayê Kurdistanê. Her wiha diyar kir ku yekitiya gelê Kurd hêza herî mezin ji bo rawestandina neheqî û sûcên çeteyan e.

Serokê eşîrê bêdengiya medyaya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi tundî rexne kir û got; “Ev bêdengî hevkariya bi neheqiyê re ye. Lewra ez bang li saziyên çapemeniyê dikim ku rastiyan eşkere bikin û sûcdar werin darizandin.”

Ev helwesta eşîra Dawûdî di demekê de tê ku li piraniya deverên Başûrê Kurdistanê, serokên eşîran û kesayetên civakî piştgiriya Rojava dikin.