Welatiyên Dêrikê: Em bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik bajarê xwe diparêzin

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê derketin, bendên kontrolê danîn û bajarê xwe diparêzin. Şêniyan got ew li ser şopa damezrînerê YPGˊê fermandar şehîd Xebat Dêrik amade ne bersiva êrişan bidin.

Welatiyên Dêrikê: Em bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik bajarê xwe diparêzin
Welatiyên Dêrikê: Em bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik bajarê xwe diparêzin
Welatiyên Dêrikê: Em bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik bajarê xwe diparêzin
Welatiyên Dêrikê: Em bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik bajarê xwe diparêzin
24 ÇILE, 2026   22:17
QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, xwe li hember êriş û gefên çeteyên hikumeta demkî amade kirin, parastina herêmên xwe dikin.

Welatî bi awayekî kom bi kom li ser nuqteyên parastinê yên li têketin û derketina bajarê belav bûn.

Welatî Seîd Dêrik ê ku tev li seferberiyê û nobeda parastinê bûye got: "Bi ruhê fermandar şehîd Xebat Dêrik ê ku YPGˊê damezrandiye, em ê herêmên xwe li hember tevahî êrişan, weke me çawa di destpêka Şoreşa Rojava de parastiye, biparêzin."

(fr)

ANHA