Êrîşên li ser Rojava rojeva çapemeniya cîhanê bûn

Êrişên li ser Rojava berdewam in û çapemeniya cîhanê bal kişand ser rola Tirkiye û aktorên herêmê.

Êrîşên li ser Rojava  rojeva çapemeniya cîhanê bûn
27 ÇILE, 2026   11:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên hikumeta demkî  û girêdayî dewleta Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Di çapemeniya cîhanê de tê destnîşankirin ku Tirkiye yek ser di van êrişan de cih digre û aktorên din ên herêmî jî piştgiriyê didin êrişên ser Rojava.

Rojnameya Le Monde’yê ya navenda wê Fransa, di nûçeya xwe ya bi sernavê “Divê civaka navneteweyî Kurdan biparêze” de diyar kir ku Rojava û HSD di bin êrişeke bêperwa de ye û şêweyê ragihandina vê rewşê ya ji hêla medyayê ve wiha rexne kir: “Tiştên ku îro li Sûriyeyê diqewimin, ne wekî medya nîşan dide di navbera civakan û komên olî de ye; dijberiya di navbera di pêşerojên Sûriyeyê de ye. Hikûmeta Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed el-Şara hikûmeteke navendî, dij-demokratîk û modela ‘Komara Ereb a Sûriyeyê’ diparêze. Bi vê modelê re hem wê mafên siyasî sendîkayî, hem yên jin û kêmayiyan bên tunekirin û qadeke ku DAIŞ dîsa lê bihêz bibe û mîna fîtîlekê amade ku biteqe ava dike. Hêzên rojavayî piştgiriyê didin vê projeyê lêbelê dikin ku xizmeta berjewendiyên wan bikin. Her wiha li başûr dagirkeriya Îsraîlê û li bakur jî mudaxileya Tirkiyeyê misoger dikin.”

Di berdewamiya nûçeyê de wiha hate gotin: “Li dijî vê, li Sûriyeyê modeleke demokratîk jî pêkan e ku Sûriyeyê komî ser hev bike. Ev modela ku roleke siyasî dide jinan û kêmaniyan, xwe dispêre modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava salekê de li seranserî Sûriyeyê aktîvîstên mafan, hêzên pêşverû û lîderên ereb, Elewî û Durziyan ragihand ku modela Ahmed el-Şara red dikin û piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser.”

The New Humanitarian jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Li hemberî pêşketina hikûmetê ya li Sûriyeyê Êzidî û Kurd di nava tirs û nediyarê de ne” de bal kişand ser êrişan. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Ji bo kêmaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbesta zeîf, têkildarî pêşeroja wan a li Sûriyeyê pirsên kûr bi xwe re tîne.” 

El Españolê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Sûriye di nava agir de ye: el-Şara û DYA,  Kurdan bêçek dikin, gefa DAIŞ’ê ya li herêmê dîsa vedigere” de diyar kir ku di êrişan de rola gelek aktoran di êrişan de heye û wiha hate gotin: “Rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de, di mijara bilez bidestxistina herêmên Kurdan de rolekî krîtîk lîst. Li hemberî vê, Îsraîlê jî berambarî ku hêza xwe ya li başûrê Sûriyeyê zêde bike, dev ji piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdan berda.” 

Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) a Îtalyayê jî di nûçeya xwe de bal kişand ser ku HTŞ gelek caran agirbest binpê kiriye. Di nûçeya bi sernavê “Li Sûriyeyê agirbest hate binpêkirin, hêzên çekdar ber bi Kobanê ve pêş dikevin” de hate destnîşankirin ku komên di bin fermandariya el-Şara de di saetên dawî yên agirbestê de dîsa agirbest binpê kirin û êrişên xwe didomînin.

Li hêla din, çalakiyên şermezariyê yên li dijî êrişên ser Rojava li seranserî cîhanê tên lidarxistin jî di rojeva çapemeniya cîhanê de bûn.

 The Canary a navenda wê Ingîlîstn jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Li Londonê 50 hezar kes li dijî qirkirina li dijî Kurdan û kêmaniyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan” de cih da protestoyên ji bo Rojava. Di nûçeyê de hate gotin ku gef li ser hebûna Rojava heye û wiha hate gotin: “Hêzên hikûmetê yên bi serokatiya Ahmed el-Şara, li dijî nirxên demokratîk û curbicuriyê bi temamî xemsar tevdigerin. Hikûmeta ku piraniya wê ji endamên HTŞ’ê pêk tê ku baskekî El-Qaîdeyê ye, li seranserî Sûriyeyê komên olî û kêmanî hedef girt û tundiyeke metirsîdar kir. Li dijî vê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke xwe dispêre pirçandîtî, maên jinan, ekolojiyê pêş xist. Lêbelê ev tevgera şoreşger, ji ber êrişên komên cîhadîst ên Tirkiye piştgiriya wan dike û hêzên hikûmetê ku artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer ên bêmirov, bi êrişeke man û nemanê rû bi rû ye.”

 Rojnameya Freedom a navenda wê Ingîlîstane jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Bi hezaran kes li Londonê ji bo Rojava meşiyan” de çalakiya şermezariyê girt rojeva xwe. Têkildarî êrişên ser Rojava de jî wiha hate gotin: “Bajarên piraniya şêniyên wan Kurd, niha di bin dorpêça milîsên Tirkiye piştgiriya wan dike, HTŞ û hucreyên DAIŞ’ê de ne. Li herêmên din ên di bin kontrola Kurdan de jî zexta koçberî, binesazî û kapasîteya alîkariyê giran dibe. Şert û mercên însanî roj bi roj xerabtir dibin. Li bajarê Kobanê ku di dorpêçê de ye, av û ceyran hate qutkirin. Vê jî malbat neçarî avahiyên cemaweriyên yên nikarin xizmetê bidin kir. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku bi deh hezaran sivîl ji ber bombebaran û bêbaweriyê direvin û heta niha herî kêm 5 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dane.”

 Balkêş e ku gelek weşanên navenda wan Amerîka cih nedan binpêkirina agirbestê û êrişên ser Rojava.