Dewleta Tirk derbasbûna ciwanên Başûr bo Rojava asteng dike

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşîgirtina derbasbûna ciwanên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê bo Rojava zextê li  hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê dike.

Dewleta Tirk derbasbûna ciwanên Başûr bo Rojava asteng dike
27 ÇILE, 2026   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku gelek ciwanên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, ji bo ku tevlî serferberiya giştî bibin dixwazin derbasî Rojava bibin, lê dewleta Tirtk a dagirker derbsbûna wan asteng dike.

Çavkaniyan dan zanîn ku dewleta Tirk ji ji bo pêşîgirtina derbasbûna ciwanên Kurd ji Başûrê Kurdistanê bo Rojava zextê li hikumeta herêma Kurdistanê dike.

Di rojên derbasbûyî de bi seda ciwanên Başûrê Kurdistanê, li ser banga seferberiya giştî derbasî Rojava bûn.

(k)