Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye

Koçberên li Kobanê anî ziman ku beriya alîkariyên pêdiviyan, ew dixwazin dorpêça li ser bajarên wan were rakirin.

Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
Koçberên li Kobanê: Daxwaza me ya bingehîn rakirina dorpêçê ye
27 ÇILE, 2026   08:30
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Koçberên ku di dibistanên bajarê Kobanê de bi cih bûne, der barê alîkariya ku dih Neteweyên Yekbûyî şandibû Kobanê, nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Xedîce Qaso diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin û wiha got: "Em koçber in û me gelek zehmetî dîtine. Em niha di dibistanan de bi cih bûne. Lê em ê li ber xwe bidin heta dawiyê. Her kesî ji bo gelê Kobanê xwe kor û lal kiriye, ev tişt diyar dike ku ew jî destekê didin dijmin. Em tu carî ne li benda alîkariya wan in û em ne muhtacî sifinc û betaniyên wan in. Em cih û warên xwe dixwazin, ger alîkariya me bikin, bila aştî û aramiyekê çêkin, ji bo ku em vegerin cih û warên xwe.”

‘BERIYA ALÎKARIYÊ BILA BI ŞER RAWESTÎNIN’

Xedîceyê anî ziman ku ew “ne muhtacî sifinc û betaniyan in” û wiha got: "Bila ew bi van tiştan me nexapînin. Hemû cîhan çavên xwe ji bo gelê Kobanê veke. Kobanê dorpêçkirî ye, gel zehmetiyan dikişîne. Em ê li ber xwe bidin heta kêliya dawiyê û tu carî em dest ji cih û warên xwe bernadin, em ê li pişta zarokên xwe bin.”

Emîne Şêx Mihemed destnîşan kir ku ew dixwazin şer were rawestandin û wiha got: “Tişta ku em dixwazin tenê şer were rawestandin û êdî koçber di nava aramî û aştiyê de bijîn.”

‘KOBANÊ JI DORPÊÇÊ DERXIN’

Emîneyê anî ziman ku ew êdî ji koçberiyê westiyane û got: "Hemû dewlet li ser pişta me kirin û firotanê dikin û pişte jî çend kartonên alîkariyê ji me re dişînin da ku me bê deng bikin. Em alîkariya wan naxwazin, ger dixwazin alîkariya me bikin, bila şer rawestînin û Kobanê ji dorpêçê derxin.”

ANHA