‘Êrişên hêzên hikumeta Şamê aloziya li Sûriyeyê dirêjtir dikin’

Siyasetmedaran li kantona Reqayê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî kantona Dêrazorê şermezar kirin û got ev êriş li pêşiya çareseriya navxweyî bend in.

‘Êrişên hêzên hikumeta Şamê aloziya li Sûriyeyê dirêjtir dikin’
‘Êrişên hêzên hikumeta Şamê aloziya li Sûriyeyê dirêjtir dikin’
‘Êrişên hêzên hikumeta Şamê aloziya li Sûriyeyê dirêjtir dikin’
‘Êrişên hêzên hikumeta Şamê aloziya li Sûriyeyê dirêjtir dikin’
16 tebax, 2024   03:45
REQA
ENES MIHEMED

Nerazîbûnên li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî şêniyên kantona Dêrazorê berdewam in. 

Endamê rêveber ê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya kantona Reqayê Mihemed El Ebûd destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî kantona Dêrazorê, têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fitneyê di nava êlan de, koçberkirina xelkê kantonê û wêrankirina mal û milkên wan e.

El Ebûd wiha domand: "Divê gelê me yên li her du aliyan, dek û dolabên li dijî herêmê baş nas bikin û dû nedin fitneyê ku tenê ji dijminên gelê Sûriyeyê re xizmetê dike. Divê partî, çareseriyekê ji vê aloziyê re bi rêya diyaloga navxweyî bibînin."

Hevseroka Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriye Pêşerojê Fatme El Elî got: "Çareseriya navxweyî, her tim armanca me ye. Rûdanên li Dêrazorê, rê li pêşiya hewldanên çareseriyê digirin û temenê aloziya Sûriyeyê dirêjtir dikin."

Endamê rêveber ê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Reqayê Xazî El Yasîn jî wiha axivî: "Armanca Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ye lê ev êriş li pêşiya van hewldanan kelem e."

El Yasîn ev li gotinên xwe zêde kir: "Destwerdanên herêmî nemaze piştî agahiyên li ser normalîzekirinê di navbera rejîma Tirk û rejîma Sûriyeyê de belav bûn, hişt hêzên hikumeta Şamê êriş QSD`ê bike. Xuyay dewleta Tirk a dagirker di êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser de, li şirîkekê digere."

(şx)

ANHA