Li Tebqayê Parka Ronahî ya mezintirîn hat vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Parka Ronahî ya mezintirîn li kantonê vekir.

15 tebax, 2024   22:44
TEBQA

Di merasîma vekirina parkê de bi sedan şênî û zarokên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser û meclis û saziyên wê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Park li taxa 3'yemîn a bajarê Tebqayê ye û amadekirina wê 3 mehan dom kir. Rûbera wê jî 5 donim û nîv e.

Di parkê de darên cûrbecûr hatin çandin, lîstokên zarokan hatin danîn, 40 kursî hatin danîn, beşek ji bo ajalan hat amadekirin, sehneyek ji bo çalakiyan tevî amûran hat amadekirin û hewzeke av hat avakirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Ehmed El Omer Pêgava 15'ê Tebaxê û vekirina parkê li şêniyan pîroz kir.

Hevserokê Yekitiya Şaredariyan a kantonê Ebdulhemîd Ebdûlî jî vekirina parkê li şêniyan pîroz kir û destnîşan kir ku vekirina wê beşek ji xebatên zêdekirina şînkatiya kantonê ye.

Bi navê zarokên kantonê zaroka bi navê Sîba El Mezen bixêrhatina beşdaran kir,  li ser xebatên ji bo zarokan spasiya aliyên berpirs kir û vekirina parkê pîroz kir.

Merasîm bi govendên zarokan û stranan bi dawî bû.

(mh)

ANHA