Jinan banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir

Jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir.

Jinan banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir
16 tebax, 2024   07:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî 16`ê Îlona 2022`yan, berxwedana jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e. 

Gelek rêxistinên cîhanê û jinan li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan vê berxwedanê û biryarên hovane yên li dijî aktivîstên jin ên di girtîgehên Îranê de şermezar kirin.

Vê dawiyê desthilata Îranê li çalakvan Şerîfe Muhemmedî û çalakvana hiqûqî û rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê birî. Li hember vê biryarê, jin, çalakvan û rojnamevanên jin bi rêya lidarxistina çalakiyan û dayîna daxuyaniyan ev biryar şermezar kirin û banga rawestandinê kir.

Duşemê (12`ê Tebaxê) Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) li dijî wê biryarê hemleya "Na ji darvekirinê re" ragihand.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamegeriyê kir ku tev li hemleyê bibin ku dê heta 19`ê Tebaxê berdewam bike.

Têkildarî mijarê şêniya bi navê Henen Şemo ya ji bajarê Çilaxayê got: "Em bi têkoşîna dîrokî ya jinan a li dijî pergala zordest a li Rojhilatê Kurdistanê re ne."

Henenê wiha domand: "Bingeha têkoşîna dîrokî ya jinan li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li Rojhilatê Kurdistanê ramanên Rêber Abdullah Ocalan e ku hevrêya yekemîn a jinan e û xwediyê felsefeya `jin, jiyan, azadî` ye." 

Şêniya bi navê Sewsen Remadan a ji Çilaxayê jî got: "Rejîma li Îranê dîktator e. Siyaseta bêdengkirinê li dijî civaka Îranê dimeşîne. Sûcên kuştinê û biryarên darvekirinê yên li dijî jinan, beşeke ji zihniyeta vê pergalê ye."

Sewsenê destnîşan kir ku jin bi vîna xwe dikarin van pergalan tune bikin û wiha domand: "Em dev ji mafên xwe bernadin. Em piştgiriya berxwedana jinan li her derê dikin. Têkoşîna me ya li hember pergalên baviksalarî yên zordest berdewam e."

Şêniya bi navê Meyade Remadan a ji Çilaxayê jî diyar kir ku bingeha têkoşîna jinan, ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ew piştevanê yekemîn ê rizgariya jinan e, hevrêya wan e da ku jin azadiya xwe bi dest bixin. Tenê dema jin azad bibin, civaka Îranê dê azad bibe. Berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dê guhertinên bingehîn di rewşa jinan de çêke. Jin dê ne mîna berê, tim di malê û di bin kontola desthilatdariyê de bin."

(şx)

ANHA