Êrişên hewayî yên di navbera Moskov û Kîevê de zêde bûn

Li Ukraynayê di êrîşên balafirên bêmirov ên Rûsyayê de 7 kes hatin kuştin. Rûsyayê jî ragihand ku wan rê li ber 100 balafirên bêmirov ên Ukraynayê girt, ku hin ji wan Moskov kirin hedef.

Êrişên hewayî yên di navbera Moskov û Kîevê de zêde bûn
25 gulan, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê îro danê sibê ragihandin ku 4 kes li herêma Khmelnytskyi li rojavayê welêt hatine kuştin û 3 kesên din jî li herêma Kîevê ku ev şeva duyemîn e di bin topbaranê de ye, hatine kuştin. Di encama ketina bermahiyên dronan de herî kêm 10 sivîl hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî di nava 4 saetan de 95 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine xwarê. Wezaretê diyar kir ku  ji wan 2 ber bi Moskowê ve hatibûn avêtin, bi dehan jî li herêmên Bryansk, Belgorod, Kursk, Oryol, Kaluga, Tula, Moskow û Kirimê hatine xistin. Hate diyarkirin ku ev êrişan bûn sedema ku sê firokexaneyên Moskovê bi awayekî demkî bêne girtin.

(bb)