Di êrişên li ser Xezayê de 52 kes hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê ji bo amadekariya şerekî nû hemû hêzên piyade û yekîneyên xwe yên zirxî li Xezayê bi cih kirin. Her wiha di êrişên hewayî yên 24 saetên dawîn de 52 kes hatin kuştin.

Medyaya Îsraîlî ragihand ku artêşê hemû yekîneyên xwe yên piyade û zirxî li Xezayê bi cih kirine.
Hate gotin artêşa Îsraîlê ji bo operasyonên nû yên leşkerî hêzên xwe yên Paraşut, Golanî, Komando, Kfîr, Nahal, lîwayên 7, 188 û 401 û hejmareke leşker li Xezayê bi cih kirine.
Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li nêzî Nuseyrata ya li navenda Xezayê ya li ser konê koçberan de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyayên xwecih, bakurê bajarokê Ebasan El Cedîda yê dikeve rojhilatê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê jî hatin bombebarankirin.
Her wiha helîkopteran deverên curbicur li Beyt Lahiya û bakurê rojhilatê Cebaliya, li bakurê Xezayê gulebaran kirin, di heman demê de ew dever dihat topbarankirin.
(k)