Êrişên DYA’yên li ser Hûsiyan: 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên DYA’yê yên li ser paytexta Yemen Senayê de 6 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Êrişên DYA’yên li ser Hûsiyan: 6 kes hatin kuştin
14 nîsan, 2025   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Hûsiyan ragihand ku di êrişên duh bi şev ên hêzên DYA’yê yên li ser Senayê de 6 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hûsiyan Enîs El Esbehî daxuyaniyek li ser X’ê parve kir û diyar kir: "Hejmara sivîlên di êrişa hêzên Amerîkayê ya li ser kargeha Sewarî ya li herêma Metna ya li Benî Metir de şehîd û birîndar bûne, derket 32’yan (6 şehîd û 26 birîndar). Ev bîlanço ne ya dawîn e, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e."

Berdevk da zanîn ku tîmên parastina sivîl xebatên lêgerîna qurbaniyan didomînin.

DYA’yê li dijî êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên li Deryaya Sor, Kendava Edenê û korîdorên deryayî yên bazirganiya cîhanê, 15’ê Adarê operasyoneke leşkerî li dijî Hûsiyên li Yemenê dabû destpêkirin.

(bb)