Erebistana Siûdî: Li Sûriyê dema îstîqrar û pêşxistinê ye

Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî hevdîtina bi şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi erênî wesif kir û diyar kir ku êdî dem hatiye ku Sûriye îstîqrar be û bi pêş bikeve.

Erebistana Siûdî: Li Sûriyê dema îstîqrar û pêşxistinê ye
2 ÇILE, 2025   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Berevaniyê yê Siûdî Xalid Bin Selman destnîşan kir ku hevdîtina wî ya bi şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê re erênî û bi encam bû û got êdî dem dem hatiye ku Sûriyeyê îstîqrar be û bi pêş bikeve.

Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê, rêbazên destekdayîna pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê li gorî daxwaz û armancên gelê wê û li gorî ewlehiya xaka Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.

Girêdayî wê, wezîrê Derve yê Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan bi hevpîşeyê xwe yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Esed El Şîbanî re li Riyadê civiya.

El Şîbanî der barê vê serdana fermî ya yekemîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, hêviyên xwe yên geşkirina têkiliyan di navbera her du welatan de, anîn ziman.

(mh/fr)