Ehmed El Cerba gihîşt gundê xwe

Serokê "Şepêla Siberoja Sûriyeyê" Ehmed Iwênan Asî El Cerba ji Iraqê gihîşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ehmed El Cerba gihîşt gundê xwe
2 ÇILE, 2025   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Şepêla Siberoja Sûriyeyê ˋTeyar El Xed El Sûrîˊ Ehmed Iwênan Asî El Cerba ji Iraqê gihîşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niha jî li gundê xwe di nava malbata xwe de ye.

Ehmed El Cerba sala 1969'an li kantona Cizîrê ji dayik bûye, ji eşîra Şemer a Erebî ye. El Cerba di Tîrmeha 2013'an û destpêka 2014'an de serokatiya "Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyê" kiribû.

Piştî ku ji Îtîlafê derket, di 2016'an de li Misrê "Şepêla Siberoja Sûriyeyê" ava kir.

(mh/fr)