Eraqçî: Îran ji bo danûstandinên bê yên bi DYAˊyê re pêşnûmeyekê amade dike

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku Tehran pêşnûmeyek xebatê ji bo danûstandinên bê bi DYAˊyê re amade dike.

Eraqçî: Îran ji bo danûstandinên bê yên bi DYAˊyê re pêşnûmeyekê amade dike
18 sibat, 2026   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro di pêwendiyeke telefonî de ligel Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi daxuyand ku Tehran ji bo danûstandinên pêşerojê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re pêşnûmeyekê amade dike.

Eraqçî ji Grossi re diyar kir ku Îran pêşnûmeyekê ji bo xebata destpêkê û hevgirtî ya danûstandinên siberojê amade dike.

(fr)