Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qeza, 2 kes mirin

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qezayek çêbû, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qeza, 2 kes mirin
18 sibat, 2026   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya saetekê li ser rêya "Xurafî" ya di navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê de li nêzî pira bajarokê 47ˊan ê gundewarê başûrê Hesekê qezayek trafîkê çêbû. Li gorî şahidan di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.

Qeza ji ber lihevqelibûna erebeyek rêwiyan a bi cureya "Van" û  jîpekê çêbûye.

(fr)