Li kaneke Nîjeryayê teqînek çêbû, 38 karker mirin

Di teqîneke gazê li kaneke qurşînê ya wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê de 38 karker mirin û hin jî birîndar bûn.

Li kaneke Nîjeryayê teqînek çêbû, 38 karker mirin
18 sibat, 2026   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, îro di teqîneke gazê li kaneke qurşînê li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê de 38 karker mirin.

Rayedarekî xwecihî ya herêma Beşar ji AFPˊê re got, "Rast e, heta niha 38 kes mirine û nêzîkî 27 kes jî rakirine nexweşxaneyê."

Karkerê kanê Îbrahîm Datijo Sani yê ku çûye cihê qezayê daxuyand ku teqîn di navbera saet 7:30 û 8:00ˊan sibehê de çêbûye.

(fr)